Komele: Komeke Pêsmerge ketin kemîna pasdarên Îranê
PeyamaKurd – Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) bi daxuyaniyekê diyar kir, komeke Pêşmerge li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ketine kemîna pasdarên Îranê û hinek ji wan dîl hatine girtin.
Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de eşkere kir, komeke Pêşmerge li navçeyên Soma û Bradost a parêzgeha Urmiyê ketin kemîna hêzên Îranê û dîl hatine girtin.
Herwiha Komeleyê got: “Em ê di rojên pêş de agahiyên zêdetir ji raya giştî re ragihînin.”
Hêjayî gotinê ye, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yek ji wan partiyan e ku ji sala 1979an ve li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rêveberiya Îranê şer dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin