Ji Balyozê Amerîka daxuyaniya hemahengiya Pêsmerge û artêsa Iraqê: Pêsketineke bas çêbûye

22 August 2021 10:33 0 dîtin
Ji Balyozê Amerîka daxuyaniya hemahengiya Pêsmerge û artêsa Iraqê: Pêsketineke bas çêbûye

PeyamaKurd - Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller bi daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand, pêşketineke berçav a baş di hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de pêk hatiye.

Tueller diyar kir, hêzên Amerîka li ser daxwaza Iraqê li wî welatî dimînin, lê hin grûp astengiyan li Iraqê dirust dikin û kar li dijî wan Iraqiyên ku dixwazin welatê xwe ava bikin, dikin.

Balyozê Amerîka li Iraqê destnîşan kir, hîn karîna DAIŞê heye ku sûdê ji rewşa ewlekariya Îraqê ya lawaz bibîne.

Ji bo hilbijartinên bê yên Iraqê Tueller got: “Joe Biden piştevaniyê li hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dike. Di berjewendiya hemû aliyan de ye ku xwe ji sextekariya hilbijartinan dûr bixin.”

Tueller diyar kir: “Divê Îran rêzê li serweriya Iraqê bigire. Iraq û Afganistanê bi hev re nayin hevrûkirin, erkê hêzên Amerîkî li Iraqê cuda ye.”