Wezîrê Pêsmerge Sores Îsmaîl bi Balyozê Amerîka re civiya

21 December 2021 10:30 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge Sores Îsmaîl bi Balyozê Amerîka re civiya

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi Balyozê Amerîka li Iraqê re, di derbarê pêşhatên dawî yên ewlehî û serbazî de civiya.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û şandeke dîpolomasî û serbazî ya wî welatî civiyan.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: ‘‘Di civînê de, guftûgo derbarê pêşhat û bûyerên dawî yên navçeyê û mekanîzma rûbirûbûna teroristên DAIŞê hatin guftûgokirin.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Wezîrê Pêşmerge behsa hevahengî û hevkariyên artêşa Amerîka ji bo hêzên Pêşmerge kir û tekezî li ser berdewamiya dostanî û pêwendiyên di navbera gelê Kurd û Amerîka hate kirin.”

Wezîrê Pêşmerge da zanîn: “Ji destpêka şerê li dijî teroristan ve, artêşa Amerîka hevşana hêzên Pêşmerge û welatên Hevpeymanan rola wê ya mezin di şikandina teroristan de hebû. Em bi girîngî li hevkarî û hevahengiyên Amerîka dinêrin.”