Balyozê Brîtanyayê bi Wezîrê Pêsmerge re civiya

22 August 2022 13:02 0 dîtin
Balyozê Brîtanyayê bi Wezîrê Pêsmerge re civiya

PeyamaKurd – Balyozê Brîtanyayê bi Wezîrê Pêşmerge re civiya.

Wezareta Pêşmerge diyar kir, şandeke Brîtanî bi Serokatiya Balyozê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hentt, serdana Wezareta Pêşmerge kiriye û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ve hatiye pêşwazîkirin.

Hat zanîn ku di civînê de çend şêwirmendên leşkerî yên Brîtanî jî beşdar bûn û qala rewşa li qadê û  şerê dijî DAIŞê, hevkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û herwiha prosesa reforman yên di nava Wezareta Pêşmerge de hatiye kirin.

Herwiha şanda Brîtanî eşkere kiriye, Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanîkirina Wezareta Pêşmerge.