Serok Barzanî li ser serdana Amerîka û Brîtanyayê bi Wezîrê Pêsmerge re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 10ê Tebaxê roja Çarşemê li Selaheddîn pêşwazî li Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û Sererkanê Pêşmerge Îsa Uzeyir kir.
Hat ragihandin ku Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl encamên serdana şanda Wezareta Pêşmerge ya ji bo Brîtanya û Amerîkayê û hevdîtinên wan yên ligel rayedarên siyasî û leşkerî yên wan du welatan ji Serok Barzanî re ragihand.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Serok Barzanî bi tevahî piştgîriya xwe ji bo bername û rêkarên reformên di nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de anî ziman û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Herwiha Serok Barzanî di civînê şîret û rênîşan û berçavroniyên pêwîst pêşkêşî Wezîrê Pêşmerge û Sererkanê Pêşmerge kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin