Serok Barzanî ji bo sîna Keybanû Elizabeth II serdana Konsulxaneya Brîtanyayê kir

12 September 2022 20:24 0 dîtin
Serok Barzanî ji bo sîna Keybanû Elizabeth II serdana Konsulxaneya Brîtanyayê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Îlonê serdana konsulxaneya giştî ya Brîtanya li Hewlêrê kir û ji bo wefata Keybanû Elizabeth a Duyem sersaxî da Brîtanyayê.

Serok Barzanî di serdana konsulxaneyê de ku ji aliyê serkonsul David Hunt ve hat pêşwazîkirin, sersaxî li malbata qraliyetê, gel û hikûmeta Brîtanyayê kir.

Herwiha Serok Barzanî, li konsulxaneyê peyameke sersaxiyê bo koça dawî ya Keybanûya Brîtanyayê Elizbetha Duyem di lênûska taziyeyê de nivîsand,.