Serok Barzanî heyetekî ji komîsyonên têkosîna bi ruswetê re qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî heyetekî ji komisyona têkoşîna bi gendeliyê re ya ji endamên Iraqê û Kurdistanê pêkhatibû qebûl kir û di xebata wan de ji wan re serkeftinê xwest.
Li gor ragihandina nivîsîngeha Barzanî, serok Barzanî di 4ê Êlûna 2024an de li Selahaddînê serokê komisyona li hemberê gendeliyê yê Kurdistanê Dr. Ahmed Enwer û serokê komisyona Iraqê Haydar Hanun û heyeta bi wan re ya hevpar qebûl kir.
Di hevdîtinê de li ser pêngavên ku komisyona Iraqê û Kurdistanê avêtine, li ser bicîhanîna edalet û zelaliyê axifîn.
Serok Barzanî razîbûna xwe ya li ser xebata her dû komîsyonan anî ziman û ji wan re serkeftinê xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin