Ji Nêçîrvan Barzanî gotara spasiyê: Ev merasîm berhema xebat û têkosîna Serok Barzanî ye
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku îro bi merasîmeke mezin sonda yasayî xwar, li Hola Şehîd Saed Ebdullah gotareke spasiyê pêşkeş kir.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya merasîma fermî de, destê xwe danî ser Qûrana Pîroz û sonda destbikarkirina seroktiyê xwar.
Nêçîrvan Barzanî got, 'Spas ji bo we parlementerên Kurdistanê ku we deng dan min ji bo bibim Serokê Herêma Kurdistanê' û spasiya hemû aliyan kir ku piştgiriya wî kirine û herwiha spasî li aliyên ku beşdarî dengdana parlamentoyê nebûne jî kir.
Nêçîrvan Barzanî spasiya xwe li Serok Barzanî kir û di têkoşîna gelê Kurdistanê de rola wî bilind nirxand û got, Serok Barzanî di têkbirina terorîzmê de roleke giring û sereke lîst
Serok Barzanî diyar kir, "Ev merasîma îro ku zadeyê proseya demokrasiyê ye, berhema xebat û têkoşîna Serok Barzanî û gelê me ye" û got, "Di vê demê de destkefta herî mezin berdewambûna proseya demokrasiyê ye."
Serok Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser gef û metirsiyên berdewam ên terora DAIŞê û destnîşan kir, "Berevaniya me ya li Iraqê berevaniya mirovatî li mafê jiyan û serfiraziyê bû."
Di gotara xwe de Serok Barzanî li ser arîşe û pirsgirêkên bi Bexdayê re rawestiya û diyar kir, "Hêviya me bi destûrê hebû, lê mixabin weke pêwîst nehat cîbicîkirin, Iraqa ku roleke çalak a Kurdistanê di damezrandin û avakirina hemû saziyên wê de hebû, me dît bi cîbicînekirina her made û birgeyekî destûrê de di navbera pêkhateyên Iraqê de kêşe derdikeve."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin