Bexda | Nêçîrvan Barzanî besdarî merasîma “Sehîdên Mihrabê” dibe

21 January 2023 12:35 0 dîtin
Bexda | Nêçîrvan Barzanî besdarî merasîma “Sehîdên Mihrabê” dibe

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna salvegera kuştina Serokê berê yê Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê Mihemed Baqir Hekîm, serdana Bexdayê dike û beşdarî merasima “Şehîdên Mihrabê” dibe.

Li gor zanyariyan, merasîm îro danê sibê ji aliyê ofîsa Serokê Encûmena Bilind a Îslamî Ammar Hekîm li Bexdayê tê organîzekirin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û her çar serokatiyên Iraqê, ango serokkomar, serokwezîr, serokatiya parlamentoyê û serokatiya civata bilind a dadwerî wê beşdar bibin.

Mihemed Baqir Hekîm di sala 1939an de ji dayîk bûye û di 29ê Tebaxa 2003an de li Necefê dema ji mezargeha Îmam Elî derdiket wesayîteke bombebarkirî teqiya jiyana xwe ji dest da. Di teqînê de herî kêm 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan ku 15 parêzvanên Mihemed Baqir Hekîm jî di nav de hebûn.

Herwiha di 30ê Îlona (September) 2003ê de, desthilatên Iraqî çar kes bi tawana beşdarbûna di wê teqînê de girtin, ku karbidestên Amerîkî û Îraqî ragihandibûn ku Ebû Musab el-Zerqawî ew teqîn plan kiribû.