Nêçîrvan Barzanî wê besdarî merasîma vekirina Kupaya Kendavê bibe

06 January 2023 14:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî wê besdarî merasîma vekirina Kupaya Kendavê bibe

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê beşdarî merasîma vekirina 25emîn Şampiyoniya Kendavê ya ku li Besrayê tê lidarxistin bibe û gelek berpirsên payebilind ên Iraqê jî tê de hatibûn vexwendin.

Şampiyoniya Futbolê ya Kendavê wê li Besrayê li başûrê Iraqê destpê bike û 8 tîmên neteweyî yên welatên Kendavê wê beşdarî şampiyoniyê bibin.

Kûpaya Kendavê bi pêşbirka Iraq û Umanê ku îro saet 19:00an de bê lîstin destpê dike.

Di koma yekemîn de Erebîstana Siûdî, Yemen û Uman, di koma duyemîn de jî tîmên neteweyî yên Behreyn, Kuweyt, Qeter û Îmarat cih digirin.

Di koma 1emîn de 5 futbolvanên Kurd wê di Tîma Neteweyî ya Iraqê de bilîzin.