Nêçîrvan Barzanî îro dê besdarî merasima vekirina Katedrala Notre-Dameê bibe

07 December 2024 13:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî îro dê besdarî merasima vekirina Katedrala Notre-Dameê bibe

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku li ser vexwendina Serokê Fransa Macron li Parîsê ye, îro dê beşdarî merasima vekirina katedrala Notre-Dameê bibe

Katedrala Notre Dameê ya dîrokî ya navdar a Fransayê îro şemiyê 7ê berfanbarê bi merasimeke fermî ji nû ve ji bo îbadetê dê were vekirin û xebatên çaksazkirin û restorasyona wê yên piştî şewata sala 2019an bi dawî hatine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokê Fransa Emmanuel Macron dê beşdarî merasima vekirinê bibe.

Tê plankirin ku di merasimê de çalakiyeke mezin dê bê lidarxistin. Gelek serokên dewlet û berpirsên hikûmetan dê beşdar bibin ku yek ji mêvanan jî dê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî be.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê hilbijartî yê 47emîn Donald Trump, Qralê Brîtanyayê Charlesê 3yem, Qralê Spanyayê Felipeê 6em, serokê Ûqraynayê Vlodomîr Zelenskî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula zêdetirî û 2 hezar kes ji bo beşdarî merasimê bibin, hatin vexwendin.

Serokê nû hilbijartî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump jî dê beşdarî merasimê bibe ku dê gelek serkirdeyên cîhanê beşdar bibin. Trump piştî hilbijartinan dê yekem serdana xwe ya dervey dê bo Fransayê bike.

Li gor zanyariyên medyayî, Nêçîrvan Barzanî ku serdaneke girîng bo Ewropayê kiriye, dê roja 7ê berfanbarê wek Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî merasima vekirina katedrala Notre-Dameê ya Parîsê bibe.

Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê de diyar kir ku ew ê ji bo merasima vekirina fermî ya katedralê biçe Parîsê.

Trump got, “Ez dixwazim bibêjim ku ez ê bibim xwedî rûmet ku beşdarî vekirina Katedrala Notre Dameê ya bi heybet û dîrokî bibim. (Serok Emmanuel) Macron di vegerandina rûmeta Notre Dameê ya berê û hêj bêtir karekî mezin kir, dê ji bo her kesî bibe rojeke pir taybet.”