Silêmanî | Nêçîrvan Barzanî besdarî merasima derçûna Koleja Leskerî ya Qelaçolan bû

16 November 2024 12:04 0 dîtin
Silêmanî | Nêçîrvan Barzanî besdarî merasima derçûna Koleja Leskerî ya Qelaçolan bû

PeyamaKurd – Bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî merasima derçûna dewreya 4em a efserî li Koleja Leşkerî ya Qelaçolan bi rê ve çû. Di merasimê de 769 efseran dîplomeyên xwe wergirtin. Di nav mezûnan de 48 efserên jin hene.

Ji bo efserên ku ji Koleja Leşkerî ya Qelaçolan a Silêmaniyê mezûn bûne, merasimek tê lidarxistin.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û berpirsên leşkerî jî beşdarî merasimê bûn.

Wezîr Îsmaîl li vir axivî, “Divê heta dawiya sala 2026an hemû hêz di çarçoveya Wezareta Pêşmerge û yekîneyên wê de bên bicihkirin. Ev pêngav dê bibe alîkar ku Pêşmerge bibe hêzeke niştimanî.

Şoriş Îsmaîl tekezî li ser wê yekê kir ku hewl ji bo pêkanîna bernameya reform û çaksaziya hêzên Pêşmerge berdewam in.

Wezîr Îsmaîl herwiha eşkere kir ku Amerîka bi roleke girîng rabûye di çaksazî û avakirina hêzên berevaniyê yên Herêma Kurdistanê de.

Wî her wiha got, “Armanca wan avakirina hêzeke berevaniyê ya niştimanî ye da ku Herêma Kurdistanê biparêze.”