Nêçîrvan Barzanî li Tehranê besdarî merasîma desbikarbûna Piziskiyan dibe
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdarî merasîmên sondxwarina Serokomarê hilbijartî yê Îranê Mesûd Pizişkiyan bibe bi serdaneke fermî diçe Tehranê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe (Sêşem, 30.07.2024) bi vexwandineke fermî digihe Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê.”
Hate diyarkirin ku wê Nêçîrvan Barzanî bi serkirde û berpirsên bilind ên welatên din ên vexwandî re tevlî merasîmên sondxwarin û destpêkirina kar ya serokomarê hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin