Nêçîrvan Barzanî jî besdarî merasîma vesartina qurbaniyên teqîna Silêmaniyê dibe

19 November 2022 17:57 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî jî besdarî merasîma vesartina qurbaniyên teqîna Silêmaniyê dibe

PeyamaKurd – Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî merasîma veşartina qurbaniyên teqîna Silêmaniyê bibe.

Li gor îro Şemiyê 19ê Mijdara 2022yan, çavkaniyeke ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Herêma Kurdistanê diyar kiriye,  Nêçîrvan Barzanî îro wê beşdarî şîna qurbaniyên teqîna Silêmaniyê bibe.

Li Silêmaniyê êvara Pêncşemê 17ê Mijdara 2022yan li taxa Kazîwe ji ber jêçûna gazê, xaniyek teqiya û di encamê de 15 kesan can dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Herwiha îro di merasîmekê de bi amadebûna hejmareke zêde ya welatiyan û rayedarên îdareya Silêmaniyê, cenazeyên qurbaniyan li Goristana Kelek a li bajarê Silêmaniyê têne veşartin.