Nêçîrvan Barzanî li Îmarata Erebî bi merasîmeke fermî hat pêswazî hat kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê, îro 9ê Adarê li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid El Nehyan gihîşt paytext Ebû Dabîyê û pêşwazîyeke fermî li balafirgehê hat kirin.
Serdana Nêçîrvan Barzanî, di demeke ku pêwendiyên bazirganî û aborî yên di navbera Hewlêr û Ebû Dabîyê de bipêşve diçin pêk tê.
Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Ebû Dabiyê ji aliyê Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî Sanî Bin Ehmed El-Zîwedî bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî yê Hewlêrê Ehmed Îbrahîm El Zahirî, 26ê Sibatê vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid El Nehyan gihandibû Nêçîrvan Barzanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin