Nêçîrvan Barzanî li Dubaî besdarî COP28 û Roja Nistimanî ya Îmarata Erebî dibe

08 October 2023 13:35 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li Dubaî besdarî COP28 û Roja Nistimanî ya Îmarata Erebî dibe

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP28) ya li Dubai dibe.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 8ê Cotmeha 2023yan pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Îmarata Erebî vexwendnameya Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ji bo serdana Îmaratê gihand Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdarî civîna Lûtkeya Çalakiya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP28) bibe, ku dê di 1 û 2yê meha Kanûnê de li Expo Dubai were lidarxistin û bi Roja Niştimanî ya Îmaratê re hevdem e.

Civîn di çarçoveya 28emîn Konferansa Aliyên Peymana Guhertina Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de tê lidarxistin ku Îmarat serokatiya wê dike û li ser bingeha Peymana Parîsê dê mijarên taybet bi guhertina keşûhewayê û çawaniya rûbirûbûna bandorên wê û rola welatên cîhanî di kêmkirina metirsiyê wê werin gotûbêjkirin.

Herwiha derfetên veberhênana Îmarat li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên li navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş di vê serdanê de wê bên gotûbêjkirin.