Nêçîrvan Barzanî, îro diçe serdana Îmarata Erebî
PeyamaKurd-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro serdana Îmarata Erebî dike. Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî dê ligel şandeke bilind beşdarî hevdîtinan bibe.
Nêçîrvan Barzanî, ligel şanda bilind a ku ji Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêk tê, derbasî Îmarata Erebî dibe. Tê payîn ku di civînê de têkiliyên siyasî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî yên serdema nû werin guftûgokirin.
Ji aliyê bazirganiyê ve 120 kompanyayên Îmaratî li Herêma Kurdistanê hene û zêdetirî 3 milyar dolar hilberîn li Herêma Kurdistanê kirine. Qebareya bazirganiya navbera herdu welatan, di salekê de nêzîkî 1 milyar dolaran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin