Nêçîrvan Barzanî, diçe serdana Îmaratê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliye Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatin ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro ji bo hevdîtinên fermî diçe Îmaratê.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di pêvajoya pêwendiyên bazirganî û aboriyê yên navbera Hewlêr û Ebû Dabî de ber bi geşbûnê ve diçe de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li ser vexwendina fermî ya Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Xelîfe Bin Zayid el Nehyan diçe Îmaratê.
Hat zanîn ku roja 26ê Sibatê di civîna ligel Nêçîrvan Barzanî de Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî yê Hewlêrê Ehmed Îbrahîm El Zaherî, vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid El Nehyan, ji bo Nêçîrvan Barzanî ragihandibû.
El Zaherî di peyama xwe ya ku ragihandibû de gotibû ku "Pêwendiyên serkirdeyên Herêma Kurdistana Iraqê, bi serkirdeyên Îmaratê re hene. Ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî vexwendnameya fermî hat şandin ku serdana Îmaratê bike û bi Birêz Şêx Mihemed Bin Zayed El Nehyan re bicive. Ev yek, nîşana berdewamî, bihêzkirin û berfirehkirina têkiliyên me ne."
Ji bo Herêma Kurdistanê, Îmarat bûye deriyekî girîng ê bazirganiyê ya hinartina kel û pelan ji welatên Rojhilatê Asyayê. Îmarat jî piştî Tirkiye, Îran û Çînê, şirîkê çaremin ê herî mezin ê bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê ye.
Li gorî daneyên fermî, salane zêdetirî 1 milyar dolar kel û pel ji Îmaratê ji bo Herêma Kurdistanê tên hinartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin