Nêçîrvan Barzanî ji bo serdana welatê Îmaratê hat vexwendin
PeyamaKurd - Konsûlê Giştî yê Îmaratê vexwendnameya Serokê Îmaratê ya bo serdana Îmaratê pêşkeşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro Yekşemê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsûlê Giştî yê Îmarat Ehmed Îbrahîm Seîd El-Zaharî kiriye û di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser bihêztirkirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Îmaratê û berfirekirina hevkariyên di navbera wan de kirine.
Herwiha hat diyarkirin ku di civînê de rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê hatine gotûbêj kirin û Konsûlê Îmarata Erebî vexwendnameya serdana Îmaratê ya fermî ya Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan gihandiye Nêçîrvan Barzanî.
Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir; Di vexwandnameyê de, Serok Al Nahyan, ji bilî silav û rêz bo Nêçîrvan Barzanî, amaje xwestek û giringiya welatê xwe ji bo pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê û hevkariya hevbeş di navbera wan de di warên cuda de nîşan da. Herwiha ji bo gotûbêjkirina derbarê berjewendiyên hevbeş di navbera her du welatan de, çavê wî li wê ye ku li Îmaratê bi Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Nêçîrvan Barzanî jî silav û rêz ji Serokê Îmaratê Al Nahyan re şand û bi dilxweşî vexwendnameya bo serdana Îmaratê qebûl kir û behsa girîngiya pêwendiyên Îmaratê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de mijara bûdce, yasaya petrol û gazê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, rewşa Şingalê û pêşhatên dawî yên herêmê jî hatin behskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin