Serok Barzanî: Soresa Îlonê bingeke bihêz ji bo berdewamiya têkosîna gelê Kurdistanê danî

11 September 2022 11:57 0 dîtin
Serok Barzanî: Soresa Îlonê bingeke bihêz ji bo berdewamiya têkosîna gelê Kurdistanê danî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê 11ê Îlonê bi boneya salvegera Şoreşa Îlonê, peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Şoreşa Îlonê, şoreşa îrade û bixwebaweriya mirovê Kurdistanê bû û bingeheke bihêz û birêkxistinkirî ji bo berdewamiya têkoşînê û rawestandina gelê Kurdistanê li dijî zordarî danî.”

Peyama Serok Barzanî ya salvegera Şoreşa Îlonê wiha ye:

“Îro 61 sal di ser Şoreşa Îlonê ya Mezin re derbas dibin. Di vê şoreşa sertaserî ya gelê Kurdistanê de, hemû çînên civakê beşdarî di xebata netewî û demokrasîxwaz a gelê xwe bûn û hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê jî mil bi milê Kurdan bi rêbertiya Cenabê Barzaniyê Nemir li dijî stem û dagîrkeriyê de xebat kirin.

Şoreşa Îlonê, şoreşa îrade û bixwebaweriya mirovê Kurdistanê bû û bingeheke bihêz û birêkxistinkirî ji bo berdewamiya têkoşînê û rawestandina gelê Kurdistanê li dijî zordarî danî. Şoreşa Îlonê bi bihayên xwe yên bilind û pêdagirî û xweragiriya serkirdatiya wê, Pêşmerge û cemawer, wiha kir ku doza rewa ya gelê Kurdistanê gavên gelekî mezin ber pêş ve bavêje û bibe çavkaniya hêzê ji bo qonaxên din ên xebata gelê Kurdistanê û her wiha bibe çavkaniya îlham ji têkoşer û xebatkaran re li hemû perçeyên din ên Kurdistanê.

Di salvegera şêst û yekemîn a Şoreşa Îlonê de, pêzanîna min ji bo rol û keda dayik û jinan û hemû wan Pêşmergeyên xebatker û qehreman heye ku rola wan di wê şanaziya niştimanî de hebû, çi ew qehremanên ku di Şoreşa Îlonê de şehîd bûn yan jî di jiyanê de nemane û çi ew kurên ku di şoreşê de beşdar bûne û hîn di jiyanê de mane. Wan qehremanan dîrok ji bo gelê xwe dirust kirin û ew cihê şanazî û serbilindiya hemûyan in.”