Serok Barzanî: Soresa Îlonê mezintirîn soresa siyasî, çekdarî û civakî bû
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 62emîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek nivîskî parve kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de ev tişt anî ziman:
“Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa siyasî, çekdarî û civakî bû ku gelê Kurdistanê ji bo parastina nasnameya xwe li Iraqê, ji bo parastina mafên xwe yên rewa û avakirina demokrasiyê li Iraqê pêk anî. Şoreşa Mezin a Eylûlê mînakeke bêhempa ya têkoşînê bû ku hemû pêkhateyên civakê û pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê li hemû navçeyên cihê yên Kurdistanê bi serpereştiya Barzanîyê nemir beşdar bûn.
Di 62emîn salvegera destpêkirina şoreşa Îlonê de, ez spasiya têkoşîn û hewla hemû şoreşger, Pêşmerge û kadroyên Şoreşa Îlonê dikim ku di vê şoreşê de rol lîstin û serbilindî ji bo gelê xwe afirandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin