Serok Barzanî li Çiyayê Safîn besdarî merasîma 63yemîn Salvegera Soresa Îlonê dibe
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê îro 11ê Îlonê Serok Mesûd Barzanî, li ser Çiyayê Safîn beşdarî merasîma 63yemîn salvegera Şoreşa Îlonê dibe.
Biryar e Buroya Rêxistina Pêşmerge, bi hevkariya parêzgeha Hewlêrê û bi amadebûna malbatên şehîdan û Pêşmergeyên Kurdistanê yên Şoreşa Îlonê, 63yemîn salvegera destpêkirina şoreşa Îlonê li quntarên Çiyayê Sefîn ên Duhokê bibîr bînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serok Mesûd Barzanî îro di salvegera 63yemîn Şoreşa Îlonê ya mezin de peyamek parve kiribû û gotibû, “Şoreşa Îlonê ya mezin bi rêberiya Barzaniyê Nemir mezintirîn şoreşa seranserî û siyasî û çekdarî ya cemawerê Kurdistanê bû, ji bo bergirîkirin û çespandina mafên rewa yên gelê Kurdistanê. Şoreşa Îlonê îrade û bawerîbixwebûn ji bo mirovê Kurd vegerand û bû bingeheke bihêz a siyasî û rêkxistinî û cemawerî ji bo berdewamiya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî stem û dagirkariyê.”
Serok Barzanî dabû zanîn: “Şoreşa Îlonê bi dastan û gernasiyên xwe û bi xweragiriya serkirdetî û Pêşmerge û cemawerê xwe doza rewa ya gelê Kurdistanê gelek pêngavan ber bi pêş ve bir û bû îlhambexşa xebat û têkoşanê ji bo qonaxên din ên xebata gelê Kurdistanê.”
Serok Barzanî dibêje: “Di salvagera 63ê ya serhildana şoreşa Îlonê ya mezin de, em bi hezaran silavan ji bo canê pakij ê şehîdên şoreşa Îlonê û hemî şehîdên Kurdistanê dişînin. Herwesa min rêz ji bo fedakarî û xweragiriya hemî wan Pêşmerge û xebatker û qehremanan heye yên ku şûntiliyên wan di wê şanaziya niştîmanî de diyar in. Wan qehremanan dîrok ji bo gelê xwe tomar kir û jiyan û xebata her yek ji wan dersên xebat û xweragirî ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin