Serok Barzanî besdarî mîtinga mezin a Hewlêrê bû: PDK yekemîn bû, wê dîsa bibe yekemîn
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Cotmehê di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmehê de, li ser navê Lîsteya 190 a PDKê beşdarî mîtinga li Yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêrê bû.
Di mîtinga ku bi deh hezaran alîgir û hezkirên PDKê beşdarî kirin de, Serok Barzanî axaftinek kir û got: “Cemawerê têkoşer û xweragir, hûn hemî bixêr bên. Amadebûna we cihê şanaziyê ye, hêviyan û hêzê pêşkêş dike. We nîşan da û selimand ku PDK ha ev e.”
Serok Barzanî destnîşan kir, “Ji yekem hilbijartina Herêma Kurdistanê heta niha, di hemû hilbijartinan de PDK bûye partiye yekem û ji niha şûnde jî wê bibe yekem.”
Herwiha Serok Barzanî, li ser pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê jî diyar kir, “Em bi Bexdayê re di pêwendiyê de ne. Mebesta me, ew e ku em nehêlin Iraq û Herêma Kurdistanê bikeve nav agirê heyî yê li herêmê (rojhilata navîn.”
Hin beşên axaftina Serok Barzanî wiha ne:
“Şanaziyeke mezin e îro Kurdistan gehişt qonaxekê ku gelê Kurdistanê bi hilbijartinan û bi raya xwe awayê desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê destnîşan dike. Ev serkeftineke mezin e û destkeftiyekê mezin e jî. Îro roja dawiyê ya bangeşeya hilbijartinan e, divê berî du salan ev hilbijartin hatibam kirin, lê hin aliyan her asteng çê dikirin û xwe vedidizî, bi xeyala xwe dê bi hilbijartinên pêşwext dîzaynkirî PDKê bişkînin.”
“Li cem tevan ron e ku PDK xwediya hizira hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ye, li Newroza Serhildana 1991ê min daxwaz kir ku divê hilbijartin li Kurdistanê bên kirin, ji bo ku em ji rewatiya şoreşgerî derbazî rewatiya destûrî bibin û hilbijartin bên kirin û gel raya xwe bide. Spas ji bo Xudêyê mezin û we yên têkoşer, herr ji hilbijartinên yekê heta yên dawiyê PDK ya yekê bû û ji niha û pê de jî dê her ya yekê be.”
“Tevî sinorşkandina hin kes û aliyan ji bikaranîna zimanê zivir û peyvên nehejî, lê me xwe ragirt. Ez spasiya hemî dezgehên PDKê dikim ku nehatin wî astê nizim ê ku hin kesan dixwest PDKê rakêşin nav.”
“Dema ku hin biryar li Bexdayê bi rêya hin aliyên navxwe yên Herêma Kurdistanê derkeftin, ji bo hilbijartinekê ku wekî min got pêşwext dîzaynkirî, PDK razî nebû û qebûl nekir. Tevî ku paştir guhertin bi ser da hatin, lê hêşta bi awayî nebû yê ku me dixwest, lê ew pilana wan nexşe jê re danabû ser negirt.”
“Erkê ser milên her kesekê PDKyî, her alîgir û dostekî, her Kurdekî dilsoz, her Pêşmergeyên qehreman û her kitekesekî hêzên ewlehiyê ye ku, li roja 20ê Cotmehê ew û kesûkarên xwe biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsta 190ê, ji bo ku Herêma Kurdistanê di destekî emîn de bimîne.”
Serok Mesûd Barzanî li #Hewlêrê beşdarî mîtinga mezin a Lîsta 190 ya #PDKê bû
— PeyamaKurd/krd (@PeyamakurdKrd) October 15, 2024
🔶 “Ji yekem hilbijartina Herêma Kurdistanê heta niha, di hemû hilbijartinan de PDK bûye partiye yekem û ji niha şûnde jî wê bibe yekem.” pic.twitter.com/kCZRjNahVZ

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin