Serok Barzanî pêswazî li Balyoz Kutrasev kir: Rûsya girîngiyeke mezin dide Kurdistanê

30 September 2024 17:10 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Balyoz Kutrasev kir: Rûsya girîngiyeke mezin dide Kurdistanê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 30yê Îlonê li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Îlbrus Kutraşev kir.

Baregeha Barzanî piştî civînê ragihand, Balyozê Rûsyayê aramî û aştiya li Herêma Kurdistanê bilind nirxandiye û gotiye, welatê wî girîngiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Balyozê Rûsî, ji bo amadekariyên Konferansa ‘Rola Rojhilatnasên Rûs di Nasandina Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de’ ku bi hevkarî û hevahengiya di navbera nûneratiya Herêma Kurdistanê li Rûsyayê, Zanîngeha Soran û Peymangeha Rojhilatnasiyê ya Rûsyayê de, tê lidarxistin, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin jî amadehî kir de, herwiha rewşa siyasî ya Iraq û Sûriyeyê, pêşhatên dawî yên navçeyê û metirsî û kêşeyên li pêşiya aramiya herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê hatin axatfin.