Serok Barzanî: Wê PDK 20ê Cotmehê serkeftineke mezin bi dest bixe
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di merasîma destpêkirina bangeşeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û eşkerekirina bernameya wê ya hilbijartinê de gotarek pêşkeş kir.
Serok Barzanî got, wê PDK 20ê Cotmeha 2024an di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de serkeftineke mezin bi dest bixe.
‘Gelekî berpirsiyarane tevbigerin’
Serok Barzanî di yekem roja bangeşeya hilbijartinê û merasîma nasandina namzedên PDKê de got: “Ez ji endam û berpirs û dengderên PDK dixwazim ku di vê hilbijartinê de pir berpirsiyarane tevbigerin û xwe ji tundûtûjiyê dûr bixin. Bi cesaret û hêza PDKê em dê 20ê Cotmehê serkeftineke mezin bi dest bixin.”
‘Bersiva wan nedin’
Serok Barzanî ji alîgir û endamên PDKê xwest ku giraniya xwe biparêzin û bersiva kesên neberpirsiyarane tevdigerin nedin.
‘Yê ku zimanê wî dirêj be destê wî kurt e’
Di berdewamê de Serok Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan û êş û azarên gelê Kurd e û ji bo bidestxistina vê destkeftê PDKê xwîneke mezin daye û wiha got:
"Baweriya me bi jiyana hevbeş heye û me ev yek di pratîkê de jî îspat kiriye. Em dixwazin gelê Kurd kêfxweş bibe. Ez ji we dixwazim ku di vê hilbijartinê de pir berpirsiyarane hareket bikin û ji tundiyê û zimanê tund dûr bikevin. Hişyar bin xwe û partiya xwe biparêzin û bersiva kesên bêberpirsiyar nedin, hay ji xwe hebin nekevin nava şerê aliyan. Yê ku zimanê wî dirêj e, destê wî kurt e.”
Hêjayî gotinê ye, bangeşeya hilbijartinan ji îro 25ê Îlonê heta 15ê Cotmehê dewam dike û ji bo xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hezar û 191 kesî namzediya xwe tomar kiriye. 823 namzed mêr û 368 namzed jî jin in.
Hemû namzed ji bo 100 kursiyên Parlamentoyê dikevin pêşbirkê. 5 kursî ji bo pêkhateyan hatine terxankirin ku ji bo pêkhateyên Xirîstiyan û Tirkmenan e. 38 kesan jî xwe ji bo 5 kursiyan namzed nîşan daye ku 20 namzedên Tirkmen û 18 namzedên Xirîstiyanan ji bo 5 kursiyan pêşbirkê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin