‘Serok Barzanî di rojekê de serkeftineke mezin bi dest xist’

10 April 2019 18:37 0 dîtin
‘Serok Barzanî di rojekê de serkeftineke mezin bi dest xist’

PeyamaKurd - Çavdêrê siyasî yê ereb Kazim Hecac dibêje, Serok Barzanî li Bexdayê serkeftineke mezin bidest xistiye û karîye îradeya hêzên siyasî yên Iraqê kontrol bike.

Kazim Hecac ji malpera El Mesele ya Iraqê re ragihandiye ku Adil Ebdulmehdî li lûtkeya desthilatiya Iraqê de ye, xwedî peyvendiyekî taybet e ligel herêma Kurdistanê. Bi taybet dema wezîrê neftê bû nermbûn nîşanî hikûmeta herêma Kurdistanê da, ji aliyê budce û pirsgirêk dernexistina pêş hinardekirina nefta Kurdistanê ve.

Hecac dibêje, PDKê hebûna Adil Ebdulmehdî ya di erka serokwezîrtiya Iraqê de wek derfetekî dibîne bo veberhênanê û dixwaze bo berjewendiya partiyên herêma Kurdistanê bikar bîne.

Çavdêrê ereb li ser serdana Serok Barzanî ya Bexdayê dide xuyakirin, ‘’Barzanî bi serkeftineke bi bandor ve li ser destûrê, budce û destkeftê 250 hezar bermîl neftê di rojekê de vegeriya herêma Kurdistanê.”