Serok Mesûd Barzanî: Referandûm serkeftineke mezin û dîrokî bû

25 September 2021 12:29 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî: Referandûm serkeftineke mezin û dîrokî bû

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 25ê Îlona 2021ê di salvegera encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û diyar kir: “Referandûm, serkeftineke mezin û dîrokî bû.”

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir û da zanîn: “Di referandûmê de, %93ê dengên belê yên gelê Kurdistanê serkeftineke mezin û dîrokî bû. Di salvegera vê serkeftinê de, pîrozbahî li gelê Kurdistanê û destxweşî li wan qehremanan dikim ku xwe neçemandin, ez çavên wan maç dikim.