Serok Barzanî besdarî merasîma Roja Nistimanî ya Fransayê bû

14 July 2024 22:16 0 dîtin
Serok Barzanî besdarî merasîma Roja Nistimanî ya Fransayê bû

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Serok Mesrûr Barzanî, Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ya Hewlêrê bi merasîmeke bîranînê Roja Niştîmanî ya Fransayê hate pîrozkirin.

Serok Mesûd Barzanî di vê merasîma li paytext Hewlêrê ku 3yemîn car e beşdar dibe gotarekê pêşkêş kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de tekeziyê li ser dostaniya dîrokî û pêwendiya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.

Serok Barzanî Roja Niştimanî ya Fransayê pîroz kir û hêviya berdewamiya dostanî û hevkariya Fransa û Herêma Kurdistanê destnîşan kir.

Her sal, di 14ê Tîrmehê de, li çar aliyê cîhanê û Herêma Kurdistanê, li nûnertiyên dîplomatîk ên Fransayê merasîmên bîranînê yên Roja Niştimanî ya Fransayê têne pêkanîn.

Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ya Hewlêrê, 3 sal in li paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêrê, vê rojê bi merasîmekê pîroz dike.