Serok Barzanî besdarî merasîma hewariya Ebdulezîz Nuceyfî bû
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, ji ber koça dawî ya pêşengê civakê yê Hewlêrê Ebdulezîz Nuceyfî beşdarî merasîma hewariyê bû.
Serok Barzanî bi mebesta beşdariya merasîma hewariyê, serdana Mizgefta Celîl Xeyat a bajarê Hewlêrê kir û sersaxiyê li malbata Ebdulezîz Nuceyfî kir.
Babê Osame Nûceyfî Ebdulezîz Nuceyfî îniya çûyî çûbû ser dilovaniya xwe. Piştî koça dawî ya Ebdulezîz Nuceyfî, Serok Mesûd Barzanî bi ser malpera xwe ya fermî peyameke sersaxiyê belav kiribû.
Serok Barzanî di peyama xwe ya ji bo kurê Ebdulezîz Nuceyfî de gotibû: “Bi mixabiniyeke zêde nûçeya wexera dawiyê ya rêzdar Ebdulezîz Nuceyfîyê babê we yê rêzdar gihîşt min. Ez bi vê helkeftina xembar serxweşiyê li we yên rêzdar û tevaya malbat û kesûkarên we dikim û ez xwe hevparê xema we dibînim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin