Serok Barzanî besdarî merasîma cenazeyên sehîdên êrîsa Îranê bû
PeyamaKurd – Cenazeyên şehîdên êrîşa moşekî ya Îranê li paytext Hewlêrê, îro Sêşemê bi merasîmeke beşdariya Serok Mesûd Barzanî, bi xakê hatin spartin.
Di êrîşa Îranê de, karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî ya bi navê Jînê ya 11 mehî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Iraqî yê Xirîstiyan e jî di nav de, çar welatiyên sivîl can dabûn.
Îro sêşemê li Hewlêr merasîma cenazeyên şehîdên êrîşa Îranê hate lidar xistin ku Serok Barzanî jî tê beşdarî kir.
Serok Barzanî piştî êrîşê daxuyaniyeke tund li dijî Îranê belav kiribû û wiha gotibû: Berpirsên van tawanan û yên li pişt êrişên li Hewlêrê baş dizanin ku buxtan, hincet û îdiayên wan bê bingeh in û ji bo nixumandina pirsgirêk û aloziyên xwe vê destdirêjî û zilmê li Hewlêrê û gelê Kurdistanê dikin.
Êdî sînorên sebira me hene. Di êriş û sûcê xwe yê dawî de şeva borî li malbatek bêguneh a Hewlêr komkujî kirin ku em vê yekê bi tundî şermezar dikin.”
Serok Barzanî dawiyê jî destnîşan kiribû: “Ew nikarin vê zilmê heta hetayê bidomînin û em nikarin li hemberî vê zilm û neheqiyê bêdeng bimînin. Peyama min ji berpirsên êrişên mûşekî û dronî yên Îranê re ew e ku şehîdkirina jin, zarok û sivîlên me ji bo we ne şanazî û serbilindî ye. Dikarin me bikujin lê piştrast bin nikarin îradeya me ji me bistînin. Gelê Kurdistanê xwe dispêre Xwedê û rewatiya doza xwe. Xweda ji her zalim û hêzê mezintir e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin