Serok Barzanî: Soresa Îlonê doza Gelê Kurdistanê gihand hemû cîhanê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Îlonê li ser Çiyayê Safîn ê Duhokê beşdarî 63yemîn salvegera Şoreşa Îlonê bû.
Serok Barzanî di merasîma yadkirina Şoreşa Îlonê de got: “Îro rojeke pîroz e, Şoreşa Îlonê şoreşek e ku doza gelê Kurdistanê gihand hemû cîhanê û deriyekî fireh ji hemû Kurdistanê re vekir û berhema wê jî hebû. Dîsa di 11ê Adara 1970an de, bi xwîna Pêşmergeyên qehreman destkefteke mezin ji bo gelê Kurdistanê hate bidestxistin.”
Serok Barzanî diyar kir, Şoreşa Gulanê berdewamiya Şoreşa Îlonê bû û hêvî xwest ku hemû alî û gelê Kurdistanê vegere ser ruhê şoreşa Îlonê û serhildana sala 1991ê.
Serok Barzanî da zanîn: “Em bi hev re dikarin gelek destkeftan bi dest bixin û divê em spasiya Xwedê bikin ku îro em bi amadebûna van ezîzan, şoreşa Îlonê bi bîr tînin. Sefîn alayeke bilind e di dîroka gelê Kurdistanê de.”
Serok Barzanî wiha pê de çû: “Me ev îrade ji Şoreşa Îlonê wergirtiye û heta em sax bin jî ev îrade dê bimîne. Heta ku ev Pêşmergeyên qehreman hebin, Kurdistan di destên ewle de ye û roj bi roj dê pêşketinên mezin çêbibin.”
Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de hêviya serkeftin û pêşketina Kurdistanê xwest û got, “Eger îrade nemîne, wê her tiştek nemîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin