Peyama Serok Barzanî ya 11ê Adarê: Gelê Kurdistan di tekosîna xwe de domdar e

11 March 2024 14:11 0 dîtin
Peyama Serok Barzanî ya 11ê Adarê: Gelê Kurdistan di tekosîna xwe de domdar e

PeyamaKurd - Serok Barzanî di 54emîn salvegera rêkeftina 11ê Adarê de tekezî li ser peyama aştî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê kir û got: “Gelê Kurdistanê bi rêya çespandina doza xwe ya rewa, di xebat û têkoşîna xwe domdar e.”

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 54emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ya 1970yî, bi daxuyaniyekê peyam da gelê Kurdistan.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Li hember zordestiya desthilatdarên Iraqê Peymana 11ê Adarê, berhema Şoreşa Îlonê ya bi serpereştiya Mele Mistefa Barzaniyê Nemir û têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge û hemû pêkhateyên Kurdistanê bû.”

Herwiha Serok Mesûd Barzanî destnîşan kir ku ev berhema tekoşîna xurt bû ku ji bo vegerandina maf, dabînkirina demokrasî, hevkarî û pêkvejiyana hevbeş da destpêkirin û hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir ku hinek mafên gelê me nas bike.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: "Di 54emîn salvegera Peymana 11ê Adarê de em tekezî li ser peyama aştîxwazî, pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin. Em dubare dibêjin ku gelê Kurdistnê ji bo bidestxistina mafên xwe gelek qurbanî dane û bi çespandina doza xwe ya rewa di xebat û tekoşîna xwe de berdewam dibe.”