Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê hebûna gelê Kurdistanê derxistiye asteke bilind

11 March 2023 13:29 0 dîtin
Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê hebûna gelê Kurdistanê derxistiye asteke bilind

PeyamaKurd – Serok Barzanî got, rêkeftina 11ê Adarê pênase û hebûna gelê Kurdistanê di nava dewleta Iraqê de ber bi qonaxeke bilindtir û bihêztir ve bir.

Serok Mesûd Barzanî ji bo 53 saliya rêkevtina 11ê Adarê peyamek belav kir û got: Rêkeftina 11ê Adarê yek ji binirxtirîn destkeftên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê ye.

Girîngiya vê bûyera dîrokî ew e ku bi saya têkoşîna gelê Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê ya di bin serokatiya Barzanî de, rejîma wê demê ya Iraqê di sala 1970ê de, yekem car bi fermî hin mafên gelê me nas kir. Serok Barzanî got, ji destpêka damezrandina dewleta Iraqê ve ew maf hatine binpêkirin û dorpêçkirin û wiha berdewam kir:

“Rêkeftina 11ê Adarê ku berhema têkoşîna di navbera Pêşmerge û hemû çînên netewî û olî yên gelê Kurdistanê de ye, pênase û hebûna gelê Kurdistanê di nava dewleta Iraqê de ber bi qonaxeke bilindtir û bihêztir ve bir, xwebawerî di ferdên Kurdistanê de xurt kir. Her çendî rejîma Iraqê pişta xwe da mafên gelê Kurdistanê û rêkevtina 11ê Adarê binpê kir jî, lê ev destkefta mezin dergehê qonax û pêngaveke mezintir bû di tekoşîna gelê me de û destkeft û serkeftina zêdetir bû.

Di 53. salvegera Peymana 11ê Adarê de em peyama gelê Kurdistanê ya ji bo aştî û jiyana hevbeş dubare dikin. Herwiha em ji her kesî re radigihînin ku gelê Kurdistanê di bin tu şert û merc û zextan de ji maf, azadî û destkeftiyên xwe paşde gav navêje.”