Ji Serok Barzanî peyama 8ê Adarê: Rêzgirtina li xizmeta ku jinan li mirovahîyê kiriye erkê her kesî ye
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyameke pîrozbahiyê ji bo jinên Kurdistan û cîhanê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe ya li ser Twitterê belav kiriye de ragihand: “Di Roja Cîhanî ya Jinan de, ez ji dil hêviyeke baş ji bo jinên Kurdistanê bi taybetî û ji bo jinên cîhanê bi giştî dixwazim.”
Di peyama xwe de Serok Barzanî got: “Nîşandana rêz û pêzanînê ji bo wê xizmeta ku jinan pêşkêşî mirovahiyê kiriye, erkê her kesî ye.”
On International Women's Day, I convey my heartfelt good wishes to all the women of Kurdistan in particular and the globe in general. Conveyance of respect and appreciation for their services to humanity is our collective duty.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) March 8, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin