Peyama 8ê Adarê ya Serok Barzanî: Pêwîst e em girîngiyê bidin rola jinên Kurd
PeyamaKurd – Serok Barzanî 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û got, pêwîst e rola jinên Kurd bê berçavgirtin, xebat û qurbanîdana wan her û her di bîra me de bimîne.
Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta hatina Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke pîrozbayî belav kir.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: Roja Jinan a Cîhanê li jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz be û got, pêwîst e em girîngiyê bidin rola jinên Kurd di tevahiya tekoşîna me de, xebat û qurbanîdana wan her û her di bîra me de bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin