Ji Konsûla Brîtanyayê serdana xatirxwestinê bo Serok Barzanî

25 September 2023 18:16 0 dîtin
Ji Konsûla Brîtanyayê serdana xatirxwestinê bo Serok Barzanî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Îlonê pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya ya Hewlêrê Rosy Cave kir.

Hate ragihandin, di hevdîtina ku Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê ji ber bidawîhatina erkê xwe û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiriye de, kêfxweşiya xwe ya ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serok Barzanî jî ji bilî destxweşiyê, hêviya serkeftinê di erkê nû de ji Rosy Cave re xwest.

Herwiha herdu aliyan tekezî li ser dostanî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de kirin.