Konsulê Gistî yê Holanda yê Hewlêrê ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kir

04 August 2024 18:19 0 dîtin
Konsulê Gistî yê Holanda yê Hewlêrê ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîbûna erkê wî, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holanda yê li Hewlêrê Jaco Beerends kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, îro li Ofîsa Serok Barzanî ya Pîrmamê ya Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holendayê Jaco Beerends kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî, ji bo karê wî yê erênî spasiya hewlên Konsulusê Holendayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest.

Serok Barzanî, di hevdîtinê de tekeziyê li ser pêşxistina têkeliyên navbera gelê Kurd û Holanda kir.

Ji aliyê din ve Serok Barzanî û Konsulê Giştî yê Hollandayê di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, metirsiya terorê, hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û pêvajoya çaksaziya Wezareta Pêşmerge jî nirxandin.