Neçîrvan Barzanî, Konsulê Gistî yê Rusyayê yê Hewlêrê qebûl kir

17 October 2022 00:30 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî, Konsulê Gistî yê Rusyayê yê Hewlêrê qebûl kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Konsulê Giştî yê Rusyayê yê Hewlêrê ku nû hatiye erkdarkirin, qebûl kir. Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Nêçîrvan Barzanî ragihandiye ku ew dixwazin têkiliyên xwe ligel Rusyayê xurt bikin.

Di agahiyên ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Giştî yê Rusyayê yê Hewlêrê Maxim Rubin û şanda ligel wî pêşwazî kiriye.

Li gorî daxuyaniya ku li ser hevdîtinê hat ragihandin, Nêçîrvan Barzanî ji bo erka nû ya Maxim Rubin serkeftin xwestiye û di hevdîtinê de eşkere kiriye ku ew wekî Herêma Kurdistanê, dixwazin pêwendiyên xwe ligel Rusyayê xurt bikin.

Her wiha ji aliyê  Maxim Rubin ve jî hatiye ragihandin ku ew ji ber erka xwe ya li Herêma Kurdistanê kêfxweş e û wî jî bal kişandiye ser dostaniya qedîm a navbera Rusya û Herêma Kurdistanê û daye zanîn ku ew jî dixwazin pêwendiyên xwe hîn pêşdetir bibin.

Di dewama agahiyên li ser hevdîtinê hatin dayîn de hat ragihandin ku ji bilî mijarên pêwendiyên dualî, mijarên giştî yên siyaseta cîhan, herêm û Iraqê jî hatine guftûgokirin.