Ji Konsûlê Fransa serdana xatirxwestinê bo Serok Barzanî

06 July 2023 20:31 0 dîtin
Ji Konsûlê Fransa serdana xatirxwestinê bo Serok Barzanî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Tîrmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Hat ragihandin ku Konsulê Giştî yê Fransa Olivier Decottignies ku dawî li erka wê tê, ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kir û silavên Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihandin Serok Barzanî û rola Serok Barzanî di parastina proseya siyasî û çarenivîsa gelê Kurdistanê de bi bandor û girîng nirxand.

Her wiha spasiya gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û xweşhaliya xwe jî nîşan da ku kariye gelek dost li Kurdistanê de peyda bike. Her wiha têkoşîn, qurbanîdan û keda gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina azadiyê bilind nirxand. Got jî: “Di hemû astan de, çi di nava hikûmetê de û çi di nav gel û raya giştî ya Fransa de, daxwaz wê heye ku divê Fransa dost û piştevana doza gelê Kurdisanê be.”

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî destnîşankirina dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û Fransayê de, spasiya hewl û karên baş ên Konsulê Giştî yê Fransa di dema karkirina wî li Herêma Kurdistanê de kir û ew wekî dostekî baş ê xwe û gelê Kurd bi nav kir. 

Serok Barzanî hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de jê re xwest.