Ji Konsûlê Brîtanya serdana xatirxwestinê bo Serok Barzanî
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê li Selaheddîn pêşwaziya Konsûlê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Martin Warr kir.
Di hevdîtinê de, Konsûlê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê, ragihand ku bi helkefta dawî hatina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê hatiye ku spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî bike û xweşhaliya xwe ya di dema karkirina li Herêma Kurdistanê ragihand û pesnê wê hemahengî û hevkariyê kir ku di dema karkirinê da li gel dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê pêka niye. Herwiha hêvî xwest peywendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikevin.
Serok Barzanî spasiya Konsûlê Giştî yê Brîtanya kir û hêviya serkeftinê li erkê wî nû da xwest. Her di vê hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên li asta navdewletî û navçeyî û herwiha proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her wiha behsa berdewamiya gef û metirsiyên DAIŞê li ser asayîşa Iraq û navçeyê kirin û tekez kir ku rûbirûbûna wê metirsiyê erkekî hemû aliyan e.
Di beşekî din a vê hevdîtinê de pêşveçûna proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê hat axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin