Ji Balyozê Brîtanyayê serdana xatirxwestinê bo Serok Barzanî

23 June 2021 15:39 0 dîtin
Ji Balyozê Brîtanyayê serdana xatirxwestinê bo Serok Barzanî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Brîtanya li Hewlêr James Thornton jî amade bû, di derbarê proseya siyasî û hilbijartinan û qonaxên paşeroja Iraqê û herwiha hevkêşe siyasî yên Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin û tîşk xistin li ser wan gefên emnî û siyasiyên ku li ber Herêma Kurdistan û Iraqê da hene.

Di beşeke din a civînê de bandora siyaseta navdewletî û herêmî ya li ser paşeroja Iraqê û rêyên ji bo pêkanîna aramiya li Iraqê hate nirxandin. Her di vê hevdîtinê de hengavên ji bo pêkanîna navenda hemahengiya serbazî ya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê de xistin ber behs û her wiha çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçêweya Wezareta Pêşmerge de bi girîng bi nav kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya de û karkirina ji bo pêşxistina wan peywendiyan mijareke din a vê hevdîtinê bû.

Hêjayî gotinê ye ku dawî li erkên Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey û Konsolê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton hatiye û bi mebesta malavayîkirin û xatirxwestinê jî serdana Serok Barzanî kiribûn û Serok Barzanî jî bilî spasguzariyê, hêviya serkeftinê di erk û karên wan ên nû de xwest.