Ji Balyozê Swîsreyê serdana xatirxwestinê bo Serokwezîr Barzanî

17 May 2022 20:02 0 dîtin
Ji Balyozê Swîsreyê serdana xatirxwestinê bo Serokwezîr Barzanî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Swîsre yê li Iraq û Urdinê Lucas Gasser kir.

Balyozê Swîsre yê li Iraq û Urdinê Lucas Gasser, ji ber bidawîbûna erkê wî îro 17ê Gulanê ji bo xatirxwestinê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Swîrsreyê hatin kirin.

Mesrûr Barzanî,  ji bo hewl û karên wî yên pêşvebirina pêwendiyên welatê wî ligel Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Swîsreyê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.