Ji Konsulê Gistî yê Almanya serdana xatirxwestinê bo Serokwezîr Barzanî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Tîrmehê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê Clemens Sementer kir ku ji bo xatirxwestinê hatibû serdanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Almanyayê kir, ji ber di wê dema karê xwe de ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê xebitî ye.
Herwiha Mesrûr Barzanî ji bo Clemens Sementer di erkên wî yên nû de hêviya serkeftinê xwest.
Konsulê Giştî yê Almanyayê Clemens Sementer jî pêzanînên xwe ji bo hevangengî û alîkariya bihêz a saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Konsulxaneya Almanyayê nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin