Konsûlê Tirkiyê ji bo xatirxwestinê serdana Serokwezîr Barzanî kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 23yê Tebaxê, li paytext Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay kir ku ji bo xatirxwestinê hatibû serdanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji ber bidawîbûna erkê wî spasiya Konsulê Giştî yê Tirkiyê kir ku dema li Herêma Kurdistanê bûye ji bo pêşvebirina pêwendiyên dualî kar kiriye.
Herwiha Mesrûr Barzanî di erkên wî yên nû de serkeftin ji Hakan Karaçay re xwest.
Hakan Karaçay jî pesn û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê xwe ji Mesrûr Barzanî re nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin