Serokwezîrê Swêdê îro serdana Tirkiyê dike

07 November 2022 13:29 0 dîtin
Serokwezîrê Swêdê îro serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson îro 7ê Mijdarê serdana Tirkiyê dike û di vê serdanê de pêwendiyên Tirkiyê û Swêdê bi berfirehî gotûbêj bike.

Li gor Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê da zanîn, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson 7-8ê Mijdarê serdana Tirkiye dike û 8ê Mijdarê roja Sêşemê di hevdîtinên fermî de li Enqerê wê pêwendiyên Tirkiyê û Swêdê bi berfirehî gotûbêj bikin.

Hewiha hat ragihandin, wê rêkeftina sêalî ya derbarê endamtiya NATOyê de, pêwendiyên Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê û mijarên herêmî û cîhanî bên gotûbêjkirin.