Wezîrê Derve yê Swêdê serdana Tirkiyê dike

21 December 2022 21:46 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Swêdê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, li ser mijara endamtiya NATOyê û pêwendiyên dualî sibe 22yê Kanûnê serdana Tirkiyê dike û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re dicive.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê, sibe Pêncşemê 22ê Kanûna 2022yan Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom serdana Tirkiyê dike û bi hevtayê xwe yê Tirkiyê re dicive.

Serdana Billstrom a ji bo Tirkiyê di demekê de ye ku Çileya 2023an Swêd dê Serokatiya Yekîtiya Ewropayê werbigire. Li gor daxuyaniyê, di hevdîtina her du wezîran de peywendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê jî dê werin gotûbêjkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Swêd li bendê ye endamtiya wê NATOyê bi biryara 30 endaman were pesendkirin, lê belê Tirkiyeyê hê jî biryara endamtiyê di parlamentoya xwe de pesend nekiriye. Tê pêşbînîkirin mijara sereke ya civîna Çavuşoglu û Billstrom mijara endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandê be.