Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro serdana Tirkiyê dike

27 June 2022 13:00 0 dîtin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan îro ji bo bi rayedarên Tirkiyê re pêwendiyên dualî û pêşhateyên herêmî û navdewletî gotûbêj bike, serdana Tirkiyê dike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê da zanîn, îro Duşemê 27ê Hezîrana 2022ê Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Tirkiyê dike û ligel rayedarên wî welatî dicive.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê eşkere kir, wê Ebdullahiyan di hevdîtinên ligel rayedarên Tirkiyê de pêwendiyên dualî û pêşhateyên herêmî û navdewletî gotûbêj bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Emîr Ebdullahiyan û Mevlut Çavuşoglu roja 14ê Hezîranê di pêwendiyeke telefonî de têkiliyên navbera Îran û Tirkiyê gotûbêj kiribûn.