Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji bo gotûbêjkirina çend mijaran serdana Sûriyê dike

02 July 2022 14:30 0 dîtin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji bo gotûbêjkirina çend mijaran serdana Sûriyê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro Şemiyê serdana Sûriyê dike.

Li gor zanyariyan, biryar e îro Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan serdana Şam a paytexta Sûriyê bike û bi berpirsên wî welatî re bicive.

Hat zanîn ku Hisên Emîr Ebdulahiyan bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re çend mijaran gotûbêj dike, di nav de egera pêkanîna operasyoneke Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û hinek navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û danûstandinên derbarê bernameya etomî ya Îranê de.

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê eşkere kir, dema Tirkiye gefan dike, divê ew ji bo hemû eger û pêşbîniyan amade bin û got: “Erdogan karta erêkirina endamtiya Swêd û Finlenda di nava NATOyê de bikar tîne, lê axa dagîrkirî ya Idlibê, zû ya dereng dê li Sûriyê vegere.”