Wezîrê karên derve yê Îranê Arakçi, hisyariyekî tund da Îsraîlê
Peyama Kurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi, piştî êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê ragihand ku Îran dixwaze bi welatên herêmê re di nav aştiyê de bijî û naxwaze arîşe zêde bibin. Arakçi, piştî êrîşên Îsraîlê yên ser Îranê got:
“Em komara Îslamî ya Îranê, di mijara parastina berjewendiyên netewî de, di desthilata xwe de, di parastina xelkê xwe û eniya berxwedanê de, gelek ji dilin û di van mijaran de, em ti sînorekî nasnakin.”
Wezîr Abbas Arakçi ragihandina xwe di malpera ofîsa serokê Îranê yê ayînî, di ya Ayetullah Ali Hamaney de kir. Arakçi got:
“Di gera xwe ya herêmê de, di hevdîtinan de min ragihand ku şiyanên Îranê û îhtîmala êrîşekî ser Îranê, dê Îranê bê bersiv nehêle… Li hemberî rejîma Siyonîst ya Îsraîlê, em ê desteka xwe ji bo Fîlîstînê dewam bikin.”
Arakçi got ku operasyonên Îranê yên ser Îsraîlê yên ‘Gerçek Vaad 1 ve 2’ nîşan dan ku Îran xwe bi tundî diparêze û weha dewam kir:
“Bila ti kes îrada Îranê neceribîne. Me vê peyamê şand temamê welatên herêmê. Em çawa di meydana şer de amade ne, her weha bi cîranên xwe re, amade ne di nav aştiyê de bijîn. Em arîşeyan naxwazin, di serî de bi welatên Kendavê re.
Em hesabê welatên cîran û hêzên biyaniyên li herêmê ji hev cuda dikin. Em dixwazin bi wan re têkiliyan pêş bixin û hevkariya xwe zêde bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin