Wezîrê karên derve yê Îranê Arakçi seredana Samê kir

05 October 2024 18:44 0 dîtin
Wezîrê karên derve yê Îranê Arakçi seredana Samê kir

PeyamaKurd – Serokê dewleta Sûriyê Beşar Esad li Şamê wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi qebûl kir. Esad got ku bersiva Îranê daye Îsraîlê gelek xwurt bû. Di hevdîtinê de li ser girîngiya tekiliyên navbera Sûriyê û Îranê rawestiyan. Li ser êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê Esad got:

“Bersiva ku Îranê da Îsraîlê xwurt bû û ders da Îsraîlê.”

Abbas Arakçi, li Sûriyê bi wezîrê karên derve yê Sûriyê bi Bessam Sabbah re hevdîtin kir. Wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku ji bilî têkiliyên navbera Îran û Sûriyê li ser mijarên êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnan û Xezayê axifîne û weha dewam dike:

“Biryar hat dayîn ku ji bo êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnan û Xezayê rawestin, divê civaka navdewletî bixin dewrê, ji bo wî, destekên ji bo Îsraîlê bên rawestandin û ji bo kirina van tiştan, zorê bidin ser wan.”

Arakçi, got ku di serî de NY û dezgeyên navdewletî nikaribûn êrîşê Îsraîlê rawestînin û divê DYA û welatên Rojava desteka xwe ji Îsraîlê bibirin.